Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 kesên bazirganiya hişbirê li gundewarên Minbicê dikirin, girtine.
Hezên Aayişê têkildarî mijarê Daxuyaniyek da û got:
“Hêzên me yên têkoşîna li dijî hişbirê duh 27′ê Tîrmehê li gundê Qera Mezin ê Minbicê 4 kesên ku madeyên hişbirê difirotin, girtin.
Piştî çavdêriyeke baldar û şopandina tevger û komkirina belgeyan, hêzên me bi ser cihê wan bazirganên hişbirê de girtin.
Li gel wan kesan jî madeyên hişbir, çek û cebilxane hatin dîtin û desterserkirin.
Hêzên Asayişê dawiyê bang li welatiyan kir ku ger gomanên wan li ser kesên madeyên hişbirê bikartînin û difroşin hebe, yekserê hêzên wan agahdar bike.