Li Qamişlo û Reqayê hêzên Asayîşê 5 kesên ku madeyên hişbirê difrotin û bi kar tanîn girtin.
Operasiyonên hêzên Asayîşê yên li dijî madeyên hişbirê dewam dikin.
Herî dawî an ku 19’ê Tîrmehê Asayîşê li Qamişo 4 kesên ku ev made difrotin û bi kar tanîn girtin.
Hêzên Asayîşê ragihand ku madeyên hişbirê yên bi wan kesan re ketin destê endamên wan de.
Li gorî Asayîşê her 4 kes ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin da ku tedbîrên qanûnî li dijî wan bên girtin.
Reqa- hêzên Asayîşê firoşkarekî madeyên hişbirê girt
Li Rqayê jî 16’ê Tîrmehê hêzên Asayîşê firoşkarekî madeyên hişbir girt.
Asayîşê eşkere kir ku madeyên bi wî kesî re hatin desteserkirin û ew kes şandin Dozgeriya Giştî.
Asayîşê bang li welatiyan kir ku eger kesek bi guman dîtin yekser agahî bidin nuqteyên ewlehiyê.