Li Girê Cûdî yê Zapê vê sibehê şer pir giran e.
Dagirkeriya Tirk êrişên giran dike, lê Gerîla jî bersiveke tund dide..
Li gor çavkaniyên ji HPG’ê, vê sibehê derbe li 2 helîkopterên dagirkeriyê hatine xistin.
Vê sibehê, çavkaniyên Gerîla ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî de, dagirkeriya Tirk 15 caran bi helîkoteran destwerda kiriye..
Li gor heman çavkaniyan, Gerîla derbe li 2 helîkopteran xistine û 3 dagirker jî hatine kuştin.
Her wekî eşkere kir ku şerekî giran li wir rû dide.