HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bûn.
Li ser êrişên dagirkeriya Tirk jî HPG got, qadên berxwedanê 32 caran hatin bombebarankirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku li dijî dagirkeriya Tirk berxwedana gerîlayên azadiyê dewam dike û wiha got:
“Hêzên me di her firsendê de bi taktîkên afirîner li dagirkeran dixin û nahêlin ku dagirker li Qadên Berxwedanê bi cih bibin.
Dagirker li hemberî çalakiyên hêzên me ji bêçarebûnê, ji bejahî û hewayî Qadên Berxwedanê bombe dikin.
Dewleta Tirk a ku nekarî bigihêje armanca xwe, rastiya heyî vedişêre.
HPG: Dewleta Tirk agahiyên derew ji raya giştî re radigihîne
Têkildarî windahiyên gerîlayan, HPG’ê da zanîn dewleta Tirk agahiyên derew ji raya giştî re radigihîne û got:
“Li Herêmê ji êrişên 20’ê Tîrmehê yên li Girê Cûdî û vir ve tu windahiyeke me çênebûne, tenê bi hevalekî me re têkilî qut bûye.
Divê bawerî bi van nûçeyên çapemeniya şerê taybet a Tirk neyê kirin.
HPG: Li Zapê 2 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû
Di dewamê de HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla de ev agahî parve kirin:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
Di 23’ê Tîrmehê de, dema ku dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, gerîlayên YJA Starê li dagirkeran dan û dagirkerek birîndar bû.
Di heman rojê de, dagirkerên ku xwestin xwe li Girê Cûdî bi cih bikin, bi taktîka sûîqestê hatin lêdan û 2 dagirker hatin cezakirin û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin.
Her wiha di 24’ê Tîrmehê de jî, dema ku helîkopteran hewl dan dagirkeran deyne Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bu hedefa gerîlayan
Hêzên gerîlayan 4 caran li helîkopteran xistin û di encam vê yekê de neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.
HPG: Qadên berxwedanê bi dehan caran hatin bombekirin
Li ser êrişên Arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ di dawiyê de agahî da û got: Herêma Metîna û Zapê bi tevahî 11 caran bi balafirên şer,
21 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”