Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk pabendî insyatîva NY nabe û bi êrîşên xwe vê yekê binpê dike.
Ilham Ehmed li ser hesabê xwe yê Twitterê got:
“Di wextekî de ku cîhan bi xeteriya vîrûsa Coronayê re rû bi rû maye, dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Efrîn, Girê Spî û Til Temirê dewam dike.
Enqera pabendî insiyatîva NY ya agirbesta li Sûriyê nabe, lê hêzên me bi temamî vê yekê pêk tînin.”