KNK: Qazî Mihemed, di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt

KNK’ê Qazî Mihemed û hevalên wî di salvegera 73’an a bidarvekirina wan de bi bîr anî û diyar kir ku Qazî Mihemed weke semboleke mezin di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.

KNK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd têkoşîna xwe bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomîne.

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê salvegera 73’an a bidarvekirina Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî da.

KNK’ê diyar kir ku bi palpiştiya naventeweyî û êrîşên Îranê, Komara Mehabadê bi dawî bû, xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê ku mafên rewa yên Kurdan in, binpê kirin.

KNK: Gelê kurd bi têkoşîna xwe xwedî li Qazî Mihemed derdikeve

KNK’ê ragihandina dewleta serbixwe, ya bi navê Komara Kurdistanê weke biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bi nav kir.

KNK’ê got:

Pêşengên Komarê ji bo me û dîrokê, bûne mînak û ders û Pêşeng Qazî Mihemed jî, weke semboleke mezin di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê, ciwan û jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin.

KNK’ê anî ziman ku desthilata Iranê, gel dixe zindanan û wan bi dar ve dike, lê gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomîne.

KNK’ê di bîranîna 73 saliya bidarvekirina pêşeng Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadir Qazî û hemû şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîr anî û dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.

Back to top button