Bi tawana danûstandina bi QSD’ê re, dewleta Tirk gelek ciwan girtin

Çavkaniyan destnîşan kir ku li gundên başûrê Cerablusê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi tawana danûstandina bi QSD’ê re gelek ciwan girtin.

Çavkaniyan da zanîn ku hemleya girtinê beriya 3 rojan bi awayekî veşartî dest pê kiriye.

Her wiha desntîşan kir ku şêniyên gundên başûrê Cerablusê yên eniyên şer, bi tawana danûstandina bi QSD’ê re ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve têne girtin.

Hate ragihandin ku girtî di girtîgehan de, bi îşkenceyeke hovane re rû bi rû ne.

Li gel dewamkirina hemleya girtinê, heta niha tu daneyên rast têkildarî hejmara girtiyan tune ye.

Back to top button