Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û Tîma Xebatê ya Buhar li rojhilatê Dêrazorê amedekirina 8 dibistanan bi dawî kirin.
Li dibistana El-Mezrea ya bajarokê Granîc a rojhilatê Dêrazorê bi boneya amadekirina 8 dibistanan şehiyek hate lidarxistin.
Endamên Nivîsgeha Perwerdeyê ya Granic, mamoste, komeleya perwerdê ya Firatê û bi dehan zarok tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin, stran û şano ji aliyê komên zarokan ve hatin pêşkêşkirin.
Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Dêrazorê gelek dibistan hatibûn wêrankirin. Sererastkirina dibistanan ji aliyê Rêveberiya Sivîl de berdewam dike.