Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bi boneya 15’ê Tebaxê semînerek da.
Semîner li hola Meclisa Dêrazorê ya herêma Seba Kîlo bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl û meclisên xwecih ên Dêrazorê pêk hat.
Di serî de hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel der barê jiyana şehîd Egîd de axivî û got:
“Şehîd Mahsum Korkmaz di kesayeta xwe de bi rêya ragihandina şer li dijî zihniyeta paşverû û birêxistinkirinê pêşketinên mezin bi dest xist.
Wî dest bi avakirina komîteyan li bajar, parêzgeh û gundan kir.
Bi pêşxistina operasyon û çalakiyan ji bo ku ji yekîneyên biçûk artêşê ava bike, bawer kir.
Ev baweriya wî bi xwe re artêşbûn anî.”
Şehnaz di dawiyê de got ku Pêngava 15`ê Tebaxê rêya xilasiya ji zulm, çewisandin û bidestxistina azadiyê ye.
Di dawî de axaftvana teqez kirin ku ewê li mîrateya şehîdan xwedî derkevin.