Zelendaya nû piştî êrişa bi kêr zagona li dijî terorê diguhere

Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern piştî êrişa bikêr ya li firoşgehekê ku bû sedema 7 kes birîndar bibe, soz da ku qanûnên dijî-terorê biguherîne.

Ardern di konfêranseke rojnamevanî de got:

Dema parlamentoyê dest bi kar kir, ez bi biryarim vê qanûnê biguherim.

Herî dereng ez bi biryarim ku qanûnê di nava mehê de bidim guhertin.

Pêşnûmeya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re plansazî û amadekariya ku dibe bibe sedema êrîşek terorî sûcdar dike.

Polîsan welatiyê Srî Lankayê yê 32 salî ku nêzî sê salan di girtîgehê de hiştin di Tîrmehê de serbest berdan.

Andern anî ziman ku beriya niha jî êrişkar dihate şopandin û îlhama xwe ji çeteyên DAIŞ’ê digirt.

Lê piştî 3 sal ji girtinê êdî wan ne dikarî bi rêya qanûnî êrişkar di girtîgehê de bihêlin.

Di êrişa ser navenda firoşgehekê de 3 jê giran 7 kesbirîndar bûn.

Piştî êrişa pêk hatî firoşgehên mezin yên li welat kêr û meqes ji nava refên firotinê rakirin.

Back to top button