Çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo dewam dikin.
Li bajarê Hesekê Çalakiya kon berdewam dike.
Çalakvanan di çalakiyên îro de jî destnîşan kirin ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo mezintir bikin.
Çalakiya konvedanê ya li Hesekê di roja 6’an de dewam dike.
Îro şêniyên navçeyên Til birak û kampa serê kaniyê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakvanan diyar kir ku deweta Tirkiyê a dagirker bi êrişên li dijî gelê herêmê û tecrîda li dijî Rêber Apo wê nikaribe vîna gel a berxwedan û têkoşînê têk bibe.
Her wiha bêdengiya li hemberî tecrîda li dijî rêber Apo hate şermzarkirin û ji bo azadiya Rêber Apo soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.