Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite dengê xwe derxin

Ciwanên Rihayê jî ev yek bi meşekê şermezarkirin û gotin:
“Gelê kurd şiyar be, Cûdî dişewite.”.

Meş li Taxa Baglarbaşi ya navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê hat lidarxistin.

Ciwanan di meşê de pankarta “Çiyayê Cûdî dişewitînin deng bidin” hildan.

Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Rihayê Senem Erîş ku di meşê de axivî..

Senem Erîş diyar kir ku bi salan e li dijî xwezaya Kurdistanê şerek heye û got:

“Îro jî dijminatiya xwe bişewitandina Cûdiyê didomînin.

Mudaxileyî şewatê nakin û bi ser de jî welatiyên ku dixwaze agir bitefînin asteng dikin.”

Erîşê bilêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze erdnîgariya Kurdistanê ji mirovan xalî bike.

Piştî daxuyaniyê ciwanan dirûşmeyên “Çiyayê Cudî dişewite” û “Gelê kurd şiyar be, Cûdî dişewite.”berz kirin.

Back to top button