Leşkerên arteşa Tirk a dagirker li Xelfetiyê êrişî çalakiya vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin û 7 welatî binçav kirin.
Partiya Çep a Kesk starta hilbijartinê dabû û xwest ku li Taxa Gogan a navçeya Xelfetî ya Rihayê buroya peywendiyan a hilbijartinê veke.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Ruştu Tîryakî û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî tev li vekirina buroyê bûn.
Girseyê, xwest ku beriya çalakiyê li pêşiya buroyê govendê bigerîne.
Lê belê leşkeran bi hinceta biryara qedexeya walîtiyê ya “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” diyar kirin ku dê nehêlin muzîk were vekirin.
Di êrişê de 7 kes hatin binçavkirin
Piştî ku girseyê dest bi gerandina govendê kir, leşkeran bi ava şid êrişî girseyê kir.
Di êrişê de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.