PYD’ê, Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Tevgera Çanda Kevana Zêrîn bi daxuyaniyên cuda rojbûna Rêber Apo pîroz kirin û gotin: Rojbûna Rêber Ocalan ji bo tevahî gelan û mirovahiyê vejîn e.
Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyek nivîskî rojbûna Rêber Ocalan li tevahî gelên azadîxwaz, bi taybet li gelê Kurd û tevahî jinên şoreşger hat pîrozkirin û got: “Em îsal 4’ê Nîsanê di demekê de ku têkoşîna azadiyê ya gelan û berxwedana gerîla gihaştiye lûtkeyê û faşîzma Tirkiyê gihandiye ber hilweşînê, pêşwazî dikin.
Fikr û felsefeya ku xwestin bi Komploya Navneteweyî tune bike, niha li seranserê cîhanê belav dibe.”
Rêber Ocalan bi fikr û têkoşîna xwe nirxên mirovî, fikrî, çandî û civakî diparêze.
Berê civakê dide ser rêya edalet, wekhevî, azadî û demokrasiyê.
Dawiyê hat diyarkirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, yek ji armanc û pîvanên wan ên stratejîk e û soza bilindkirina têkoşîna ji bo pêkanîna wê armancê hat nûkirin.
Înisyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.
Însiyatîfê rojbûna 74’an li Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd pîroz kir.
Însiyatîfê 4’ê Nîsanê wek roja vejîna nîştimanî û biratiya gelan pênase kir û got:
Rêber Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gelê Kurd ji çewisandin û tunebûnê xilas kir.
Divê gelê cîhanê xwedî li vî fikrî bê hempa û peyamên wî yên demokrasiyê, aştiyê û biratiya gelan derkeve.