Hêzên hikumeta Şamê 3 çeteyên “Ceyş El-Ize” bi cenazeyê serbazekî Îranî û 5 endamên xwe re guhert.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên “Ceyş El-Ize” û hêzên hikumeta Şamê li eniyên bajarokê Nêrib ê rojhilatê Idlibê hin endamên êsir bi hev guhertin….
Hikumetê 3 çeteyên “Ceyş El-Ize” ku di şerên berê de hatibûn dîlgirtin bi cenazeyê Serbazekê Îranî û 5 endamên xwe yên dilgirtî re, guhertin.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk par li deriyê Ebû Zendê yê bejahiyên Helebê bi garantiya rûsî-tirkî cardin dîl bi hev guhertîbûn.