Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Ji bo pêşxistina sîstema bajarvanî û xebatên şaredariyan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
ʹʹ28-29ʹê Çileya 2023ʹyan, Komxebata Endazyarî ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Gund û bajarên ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanîʹʹ li bajarê Hesekê li dar ket.
Komxebat bi pêşengtiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevkariya Yekitiya Endazyaran û zanîngehê herêmê hate lidarxistin.
Di 5 rûniştinên komxbatê de mijarên têkildarî pêşxistina xebatên şaredariyên, plansaziya avahîsaziya bajar û bajarokan, hatin nîqaşkirin.
Piş tî van rûniştin û nîqaşan komxebat bi encamnameyekê bidawî bû.
Hin xalên Encamnamê wiha ne:
- Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê nivîsgehên belgekirina milkan û dadgehên têkildarî milkan werin avakirin.
- Ji bo lêvegera planên rêxistinî yên kevn û nûkirina wan divê komîteyên teknîkî werin avakirin.
- Ji bo avahiyên nîv avakirî yên li bajaran, planeke raxistin û amadekirinê were danîn da ku bi kêrî niştecîbûnê bên.
- Bi armanca parastina mîrateya herêmê ji helandinê, divê li şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şertên teknîkî û sîstemeke ji bo avahiyên heriyê werin danîn.
- Her wiha civak teşwqî avahiyên herî were kirin.
- Divê beşê topografî di peymangehên endazyarî yên li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were vekirin.
- Divê Rêveberiya Xweser qanûnên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêka bicihbûnê, bilindbûna kiriya xanî û milkan derxe.
- Ji Odeya Endaziyaran beşek were avakirin. Karê vî beşê ji beşê lêkolînan were veqetandin.
Mîsyona vê beşê; li gorî peymanên desteyên şaredariyan û Yekitiya Endazyaran çavdêriya projeyan bike.
- Bi hemahengiya di navbera meclisên gel û şaredariyan de, rola komînan a li ser binpêkirinan were aktîfkirin.
- Pêwîst e li ser avakirina sîstemeke bajarvanî ya li gorî felsefeya neteweya demokratîk xebat were kirin û di warê îdarî û sazî ya di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de zemîna pêwîst ji bo wê were afirandin.