Şêniyên Kobanê hişyarî li ser xeteriya dewleta Tirk da

Şêniyên Kobanê serkeftina mezin ya ji zêdetirî 8 salan ve li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk anîne pîroz kir.
Şêniyan têkildarî xeteriya dewleta Tirk û hewlên wê yên vejandina çeteyên DAIŞ′ê hişyarî da.

Şêniyên Kobanê roja înê bi boneya salvegera 8′an a serkeftina dîrokî ya Kobanê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de, welatiyê bi navê Ebdurehman Demir diyar kir ku em êdî bûne xwedî maf û got:

Xeteriya îro ya rasteqîn ew e ku dewleta Tirk jinûve hewl dide çeteyên DAIŞ′ê vejîne..

Berxwedan jî rêbaza me ya yakane ye.”

Welatiyê bi navê Hecî Mîro jî da zanîn ku beriya 8 salan bajar ji ber şer wêran bibû û wiha got:

“Dewleta Tirk hewl dide herêmên me dagir bike.

Dewleta Tirk di hesabên xwe de şaş e.

Ji ber ên berê parastina vî bajarî kirine dê îro jî bikin.

Welatiya bi navê Firyaz Berkel jî dibêje:

“Em îro bi saya Rêveberiya Xweser bi ewle dijîn. “

Back to top button