Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku 35 avahiyên din di bin gefa hilweşînê de ne.
Endazyar Ednan Caro diyar kir ku piraniya avahiyên taxê bi awayekî bêserûber hatine avakirin û got :
Ev avahî piştî kirîza Sûriyê bê çavdêrî û ne li gorî merc û pîvanan, hatine avakirin.
Ji ber vê yekê di binsaziyê de pirsgirêk derketin.”
Têkildarî tedbîrên şaredariyê ku ji bo avahiyên li ber metirsiya hilweşînê ne girtine Ednan Caro got:
“Em jî li gor rewşê tev digerin..
Lê di warê peydakirina madeyên sereke û pêdiviyên avakirinê de em gelek zehmetiyan dikişînin. ”
Caro destnîşan kir ku nêzî 35 avahî li ber metirsiya hilweşînê ne û wiha dewam kir :
Li gorî derfetên di destê me de me mudaxleya hinek avahiyan kir.
Lê ji bo avahiyên din jî pêwîstiya wan bi pispor û amûrên giran heye.”
Endazyar Ednan Caro bang li şêniyan kir ku zêdetir bala xwe bidin pirsgirêkên kombûna avê di bin avahiyan de.