Kurê xalê serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed, Ramî Mexlûf êrişî hikumeta Şamê kir û gefa eşkerekirina hin belgeyan lê xwar.
Ramî Mexlûf dîmenek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir û tê de xîtabî serokê hikumeta Şamê Beşar Esed dike û wiha dibêje:
Tu dizanî ji destpêka sala 2011`an ve min çi daye û çawa ji ser mal û milkên xwe daketim.
Tu kê hildibijêrî, bişîne da ku bi hûr-bînî belgeyan bişopîne.
Piştî hikumetê tedbirîn dawîn girtin û Ramî Mexlûf neçar kir ku hesab bide, Mexlûf dest bi rexneyan kir.
Tê zanîn ku rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya hikumetê biryara desteserkirina mal û milkên Ramî Mexlûf û hevsera wî dabû.
Desteya Peywendiyan û Berîda hikumî şîrketên Syriatel û MTN ên telefonê yên Ramî Mexlûf hişyar kirin ku derdora 234 milyar lîreyê Sûriyê bide banka dewletê.