1’ê Gulan roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna karekeran

1 Gulan, Roja Yekîtî-Piştgirî û Têkoşîna Karkeran e. Her çar aliyên cihanê karker mil bi mil dimeşin; daxwaza xwe bi jiyaneke mirovane di qadên 1’ê Gulanê de bang dikin. Ev roj jî li seranserê cihanê, karker û kedkaran di encama têkoşîneke bê hempa de mafê xwe bidest xistin.

Di sedsala 19an de, li Ewropa û Amerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn.

Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû.

Di karên paşketî de, li dijî tenduristiya mirovan, rojane 15-16 saetan dixebitîn.

Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikir.

Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn.

Di sala 1884’an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e.

Yekîtiya karkerên navnetewî û federasyona karkeran ya Amerîka, ji desthilatdarên burcuwazî daxwaz kirin, ku saetên kar yên rojane bibin 8 saet û ev yek pêwist e heta du salan pêk were.

Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe, 4ê Gulana 1886’an li bajarê Amerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya karkeran ve li Meydana Haymertê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de 80 hezar karker tevî malbatên xwe bi biryar û bi coş mîtingên xwe bi dawî dikin.

Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, xwepêşandêr gulebaran kirin.

Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin.

Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndar dibe.

Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebaran dikin.

Bi sedan karker têne binçavkirin.

Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin.

Ev her çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in.

Sendîkaya Karkerên Amerîkan di kongreya xwe ya 1888’an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê her sal di 1’ê Gulanê de greva giştî pêkbînin.

1889’an li Parisê civîna Înternasyonal ya duyem hate lidarxistin.

Di vê civînê de jî, roja 1ê Gulanê weke roja karkerên cîhanê hate îlankirin.

Ji wê rojê û pêve, karkerên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cih digrin.

Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, karkerên cîhanê bibin yek.

Bi vî awayî 1ê Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

Back to top button