Meclisa demkî ya başûrê Yemenê hikumet hişyar kir

Meclisa demkî ya başûrê Yemenê, hişyarî da hikûmeta Yemenê ku nuqteyên xwe yên ewlehiyê yên li derdora bajarê Hedîbo rake.

Hêzên meclisa demkî ya başûrê Yemenê heta êvara Înê dem da hêzên hikûmetê da ku nuqteyên xwe yên ewlehiyê, yên li derdora bajarê Hedîbo ku paytexta girava Seqterayê ye rake.

Hate ragihandin ku ji seatên sibehê ve di navbera herdu aliyan de şer rû dide.

Fermandariya xwecehî ya meclisa demkî ya başûr a li giravê gef li hêzên hikûmetê xwar ku eger li gorî dema hatiye xwestin tevnegere dê tedbîrên giran bigire.

Beriya demekê çavkaniyan diyar kirin ku şerê navbera hêzên meclisa demkî û hêzên hikûmetê de li Seqterayê du leşkerên meclisê hatin kuştin.

Li herêmê aloziya heyî dewam dike.

Back to top button