Kongra Star a herêma Efrînê dewreyeke perwerdê ji bo hevserokên komînan ên mêr vekirine. Endamên komîteya perwerdê ya Kongra Star a herêma Efrînê dibêjin: “Armanca me em zihiniyeta desthilatdar biguherînin û civakeke wekhev ava bikin.” Kesên beşdarî perwerdeyê bûna girîngiya guhertina desthilatdar anîn ziman û xwestin mêr hemû bên perwerdekirin.
Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê bi armanca guhartina zihniyeta baviksalar, perwerdeyek mêran li ser asta herêma Efrînê dan destpêkirin.
19 mêrên ji hevserokên komînan di Akademiya Şehîd Rojhat, dewreya Şehîd Ferhad Dêrik de têne perwerde kirin.
Perwerde ji 20′ Hezîranê de destpêkir û wê 17 rojan dewam bike.
Wane girêdayî rastî û dîroka jin ê û yên ku perwerde didin jinin.
Endamên komîteya perwerdê ya Kongra Star a herêma Efrînê û mêrên ku tevlî perwerdeyê bûne behsa girîngiya perwerdê kir.
Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star: Tenê bi rêya perwerdê avakirina civakek wekhev pêkan e
Endama komîteya perwerdê ya Kongra Star a herêma Efrînê Leyla Îbiş anî ziman ku armanca wan ji vekirina perwerdê xweser ê mêr ew e ku feraseta desthilatdar ji holê bê rakirin.
Hevserokê Komîna navçeya Ehdas: Piştî ku em tevlî perwerdê bûn me dîroka jinê naskir
Hevserokê komîna navçeya Ehdas ku beşdarî perwerdeyê bûye Mihemed Elî da zanîn ku ji bo gihaştina hejiyaneke azad, ew ê di nava civakê de zihniyeta desthilatdar rakin û bi jinê re bibin alîkar di hemû qadên jiyanê de.
Newroz Haşim: Mêr bi perwedê kêfxweşin û dixwazin dîroka xwe û ya jin nas bikin
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a herêma Efrînê Newroz Heşêm jî anî ziman ku mêr bi vê perwerdeyê gelek kêfxweş in û dixwazin zêdetir dîroka xwe û ya jinê nas bikin.
Hevserokê komîna wargeha berxwedanê: divê hemû mêr tevlî vê perwerdeyê bibin ji bo ku zanista jinê nas bikin
Hevserokê Komîna Duyem ê Wargeha Berxwedanê Omer behsa girîngiya perwerdê kir û bang li hemû mêran kir ku berê xwe bidin vê perwerdeyê ji bo ku rastî dîroka jinê nas bikin.



