Zarokên şehîdan li dijî tecrîd û êrişan li Kobanê meşiyan

Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser rêber Apo dewam dikin. Li Kobanê, Reqa, Qamişlo, Hesekê û Kampa Berxwedan daxuyanî hatin dayîn û êriş hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hate diyar kirin ew ê li dijî êrişan bisekinin û li berxwe bidin.

Pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişên dewleta Tirk û tecrîda giran a li ser rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Zarokên şehîdan li dijî tecrîdê û êrişên dagirkeriya Tirk meşek li Kobanê li darxist.

Bi sedan welatî û zarokên şehîdan ên bajarê Kobanê beşdarî meşê bûn.

Piştî meş veguherî mêtingê bi navê zarokên şehîdan kurê şehîd Remedan, Ocalan Xelîl daxuyanî xwend.

Beşdarên meşê jî tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser a Efrîn: Divê gelê Sûriyê li hember êrişan yekîtiya xwe ava bike

Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn jî li Kampa Berxwedan li dijî êrişan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û berfirehkirina erdnîgariya herêmên dagirkirîye.

Hate gotin: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze rê li ber koçberiyê veke.

Divê tevahî gelê Sûriyê li hember êrişên qirkirinê yekîtiya xwe ava bike.”

Komîteya Jinan a Malbatên Şehîdan: Em ê bi hemû hêza xwe ji bo rawestandina êrişan tê bikoşin

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di qonaxeke amadekariya şerê gel ê şoreşgerî re dijîn, divê em têkoşîna xwe li hember êrişên dewleta Tirk bilind bikin.”

Komîteyê bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku sînorekê ji sûc û dagirkeriya Tirk re deynin û got: “Em ê li ber xwe bidin û bi hemû hêza xwe ji bo rawestandina van êrişan tê bikoşin.”

Yekîtiya Mamosteyên Reqayê: Divê qedexeya ezmanî li ser herêmê bê ferzkirin

Her wiha Yekîtiya Mamosteyên Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û hate gotin:

“Dagirkeriya Tirk dixwaze aramî û ewlehiyê li herêmê têk bibe.”

Yekîtiya Mamosteyan bang li Koalîsyona Navnetewî û Fedrasyona Rûsyayê kir ku qedexeya ezmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.

Yekîtiya Ajokarn: Dewleta Tirk bi awayekî eşkere êrişî wesayîtên sivîlan dike

Li aliyekî din jî Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûrî piştgiriya xwe ya bi ferzkirina qedexeya ezmanê li herêmê ragihandin.

Yekîtiya Ajokaran diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî eşkere êrişî wesayîtên sivîlan dike.

Yekîtiya Ajokaran bang li hêzên navnnetewî kir ku qedexeya ezmanî li herêmê ferz bike û êrişên hovane rawestîne.

Berxwedana li dijî êrişan partiya Sûriya Pêşeroj li Minbicê semînerek derbarê êrişan de da

Partiya Sûriya Pêşerojê jî li Minbicê derbarê êrişan de semînerek ji gel re lidarxist.

Bi dehan welatî, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan guhertina demografiya herêmê ye û pêkanîna xeyalên dewleta Osmanî ye.

Back to top button