Efrîn..çeteyên dewleta Tirk 5 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyan herî dawî 5 welatî bi êşkenceyê ji navçeya Cindirêsê revandin. Li aliyekî din, dewleta Tirk di çaçoveya guhertina demografiya Efrînê de avakirina avahiyên mêtingeriyê didomîne.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.

Çete her cure kirinên dermirovî li dijî welatiyên li Efrînê mane pêk tînin, da ku zextê li wan bikin û wan bidin koçberkirin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, weke her carê bi hincetên bê bingeh welatiyan direvînin da ku di berdêla berdana wan de pereyan werbigirin.

Hat ragihandin çeteyan herî bi ser gundên Remadiyê, Hêkiçê û Til Silûrê yên navçeya Cindirêsê de girtin û 5 welatî ji van gundan revandin.

navên kesên hatine revandin wiha ne:

Newres Derwêş yê 32 salî ji gundê Til Silûrê

Necîb Ferîd yê 25 salî ji gundê Hêkiçê

û Elî Nîzar Cemîl yê 28 salî, Şervan Xelîl Ebdo yê 26 salî û Mehmûd Hisên Hemo yê 30 salî yên ji gundê Remadiyê.

Hate ragihandin ku çeteyan êşkence û heqaret li kesên revandî kir û ew birin cihekî ne diyar.

Dagirkeran Kampa Mihmediyê 2 veguherand avahiyên mêtîngeriyê

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de jî dewleta Tirk avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê dewam dike.

Malpera Efrîn Post ragihand ku dagirkeriya Tirk kampên demkî yên koçberan vediguherîne avahiyên mêtîngeriyê.

Malperê diyar kir ku dagirkeriya Tirk kampa Mihemediyê 2 ya li navçeya Cindêrêsê bi desteka komeleyên ixwanî veguherand avahiyên mêtîngeriyê.

Ew kamp malbatên çeteyên dewleta Tirk dihewîne û li ser erdê welatiyê Efrînê yê bi navê Mihemed Casim hatiye avakirin.

Ev avahî nêzî 100 mal, dibistanek, mizgeftek û nexweşxaneyekê dihewîne.

Li nêzî kampê, kampa Mihemediyê 1 heye ku ew jî malbatên çeteyên dewleta Tirk dihewîne.

Metirsî heye ku dewleta Tirk a dagirker li şûna wê kampê avahiyên mêtîngeriyê ava bike.

Back to top button