Venezuela..Biden jî piştevaniya lîderê mixalîf Guaido kir

Serokê DYA Joe Biden ji mîna xelîfê berê xwe Donald Trump, piştevaniya Juan Guaido yê xwe weke serokê dewletê Venezuela ragihandî kir.
Biden got:
“Em bi biryarin ku ji bo tevahî Venezuelayên li vir piştgirî bidin têkoşîna azadiyê.”

Joe Biden di nameyeke ku bi boneya Roja Serxwebûna Netewî ya Venezuela de nivîsî piştevaniya xwe ya ji bo lîderê mixalîf Juan Guaido dubare kir.

Biden di nameya xwe de wiha nivîsand:

“Ji her demê zêdetir, em bi biryar in ku ji bo hemû Venezuelayiyan bi veguherînek aştiyane û demokratîk, piştgirî bidin têkoşîna azadiyê ya li vir.”

25’ê Hezîranê DYA û Yekîtiya Ewropa bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku ger li welat hilbijartinek pêbawer pêk were, ew amade ne ji bo rakiririna cezayan binirxînin.

Li aliyê din, danûstandinên di navbera hikumeta Serokê Venezuela Nicolas Maduro û mixalîfan de bi hefteyan e didome.

Piştî ku Koşka Spî Guaido wekî ‘serokê demkî’ nas kir Washington û Karakas di serê sala 2019’an de têkilîyên dîplomatîk qut kirin.

Li paytext Karakas salvegera 210. a Roja Serxwebûnê hate pîrozkirin

Roja Serxwebûna Netewî ya Venezuela di salvegera 210. emîn de bi merasîmeke leşkerî li paytext Karakasê hate pîrozkirin.

Maduro û wezîrê parastinê jî di merasîmê de amade bûn.

Back to top button