Welatiyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Umran Osman

Li merasimên sersaxiyê ên şehîdan jî hebûn. Welatiyên bajarê Qamişlo sersaxî dan malbata Endamê Erkaxweparastinê Şehîd Umran Osman . Welatiyan li binê konê sersaxiyê diyar kirin ku wê li dijî êrişan berxwedanê û tekoşîna xwe mezintir bikin. Li gundê Kolîça yê Girkê Legê jî merasîma sersaxiyê ji bo Gerîlayê HPG’ê Şehîd Zinar hate lidarxistin ku di şerê Zapê de şehîd bû.

Bi dehan şêniyên Qamişlo serdana konê sersaxiyê yê Endamê Erka Xweparastinê Umeran Osman kirin ku 1’ê Îlonê de dema li ser erka xwe şehîb bû.

Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Şemsîxan Gulo axivî û sersaxî ji malbata Şehîd re xwest.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Ebdullselam Ebdo axivî û diyar kir ku gelê herêmê wê bi yekîtî û hevgirtina xwe hemû planên dagirker û terorîstan têk bibin.

Di dawiyê de, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Bi sedan welatiyên Qamişlo sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Zinar re xwestin

Her wiha bi sedan welatiyên navçeyên bajarê Qamişlo berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê li gundê Kolîça yê Girkê Legê ji bo şehîdê HPG’ê Zinar Osman û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşîr Elî axivî û got: “Şehîd Zinar li herêmê gelekî şer kir û li ber xwe da. Tevî ku birîndar jî bû lê berê xwe da herêmên Parstinê yên Medya û li wir jî têkoşiya

Rêveberekî QSD’ê Mihye El-Dîn Xêrikî jî da zanîn ku bi saya şehîdan gelek deverên Kurdistanê ji êrişên dewleta Tirk hatine parastin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button