Ciwanên Dêrazorê: Bi hevgirtina gelên herêmê em ê Rêber Ocalan azad bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê di çarçoveya hemleya “Werin cenga azadiyê” de, dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir.

Pirtûkxane li kolanên rojavayê Dêrazorê geriya û li qada Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê Kesrayê rawestiya.

Li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji aliyê endamê rêveber ê tevgerê, Malik Mihemed ve daxuaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji vê hemlê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Ocalan e.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanên şoreşger ên Dêrazorê soza tolhildana şehîdan û meşa li ser şopa wan û rêber Ocalan heta pêkanîna serkeftinê, dan.

Çalakiyên roja yekemîn a Pirtûkxaneya Gerok bi pêşandana pirtûkên rêber Ocalan û belavkirina belavokên li ser fikrê Rêber Ocalan bi dawî bûn.

Back to top button