Hesekê-Kongra Star nameyên gefa kuştina Rêber Apo şermezar kir

Li Hesekê, Kobanê û Reqayê bi çalakî û daxuyaniyan tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.
Her weha bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku divê sînorek ji kirinên dewleta Tirk re bên dayîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê, nameyên gefxwarinê radestî Rêber Abdullah Ocalan kirine.

Li hember van agahiyan, xelkê herêmê bi hêrs bû.

Gelek rêxistinan daxuyanî dan û siyaseta dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star ya bajarê Hesekê têkildarî nameyên gefa kuştinê ya li dijî rêber Abdulah Ocelan daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de sûcên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got:

Dagirkeriya dewleta Tirk li bi van kiryaran dixwaze vîna gelê kurd bigre dest.

Desthilata faşîsta a AKP’ê ji ber ber bi sedsalî û têk-birina peymana Lozanê ve diçe, lîstokên xwe careke din xistine dewrê.

Lê gelê kurd bi fikrên rêber Apo bi hêzin û tu carî ser ji pilanên dagirkeriya re natewînin.

Wê her tim têkoşîna me berdewam be û heta azadiya rêber Abdulah Ocalan em ê di nava xebat û têkoşînê de bin.

Back to top button