Piştî hevdîtina Rusya û Tirkiye şerê li Idlibê dijwar bû

Piştî hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de bombebaranên li Idlibê ji nû ve dest pê kir. Balafirên Rûsî gundewarên Idlibê bombebaran kirin.

Piştî hevdîtina Putin û Erdogan a li Stenbolê balafirên Rûsyayê herêmên gundewarên Idlibê û bi taybet ên Meret El-Nûman bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê herêmên derdora Meret El-Nûman û gundên Sercê, Babîla, Rowîha, Hamdiyê yê gundewarê Meret El-Nûmanê bombebaran kirin.

Ji aliyê din ve li gundewarên rojhilatê Idlibê jî di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de şerekî giran rû da.

Hat diyarkirin ku artêşa rêjîma Sûrî li gundewarên bajarokê Mearet El-Nûman êrîşên çeteyên dewleta Tirk yê li dijî gundên Meşarif, Semka û El-bers yên li Idlibê şikandin.

ŞERÊ LI SURIYÊ
ARTÊŞA SÛRÎ LI HEMAYÊ BALAFIREKE KEŞFÊ ANÎ XWARÊ

Her weha hat diyarkirin ku artêşa rêjîma Sûrî duh li nêzî bajaroka Esîl ya li gundewarên Hemayê balafirek keşfê xist xwarê.

Pergala parastina ezmanî ya rejîmê di hefteyên derbasbûyî de gelek balafirên keşfê yên çeteyên dewleta Tirk ku hewl didan êrîşî cihên rêjîmê û herêmên ewle bikin xist xwarê.

Leave a Reply

Back to top button