Li Efrînê çeteyên dewleta Tirk di 4 rojên dawî de 15 kes revandin

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tevî binpêkirinên ku rû didin, rojane sivîl tên revandin. Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Mere Seka yê navçeya Şerayê jina bi navê ”Emel Mihmed Mistefa” revandin. Her wiha şêniyê bi navê Hesen Ehmed El-Ehmed ku li Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk hatibû revandin, ji ber çete di parvekirina fîdyeyê de li hev nekirin serbest hat berdan.

Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, binpêkirinên li dijî sivîlan berdewam in û rojane sivîl tên revandin.

Li Efrînê jî di demên dawî de hêjmara jinên ku tên revandin zêde dibe.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk ji gundê Mere Seka yê navçeya Şerayê jina bi navê ”Emel Mihmed Mistefa” revandin.

Hat diyarkirin ku çeteyan, Emel Mihemed birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn.

Beriya çend rojan jî Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 2 gundên navçeya Mabatayê ya Efrînê 3 ji wan jin 14 sivîl revandin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ REVANDINA SIVÎLAN
SIVÎLÊ KU HATIBÛ REVANDIN JI BER NAKOKIYA ÇETEYAN SERBEST HAT BERDAN

Tevî Efrînê li herêmên din jî sivîl tên revandin.

Şêniyê bi navê Hesen Ehmed El-Ehmed ku li Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk hatibû revandin, ji ber çete di parvekirina fîdyeyê de li hev nekirin serbest hat berdan.

Hesen Ehmed El-Ehmed yê 26 salî ku ji gundê Til Hacib ê Kobanê ye, piştî ku hat berdan, xwe gihand Meclisa Leşkerî ya Minbicê.

Li gorî agahiyên ku Hesen El Ehmed dane, 5’ê Kanûnê dema ji Tirkiyê vegeriya Ezaza dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate revandin.

Paşê, çeteyên dewleta Tirk Hesen Ehmed birin baregeheke çeteyan û êşkence kir.

Çeteyan di berdela serbestberdana wî de, ji malbata Hesen, 50 hezar dolar ango 50 milyon lîreyên Sûriyê fîdye xwestin.

Piştî mehekê di ser revandinê re du komên çeteyan li ser dabeşkirina fîdyeya ku wê malbat ji wan re bişîne lihev nekirin û ji ber nakokiyên di navbera xwe de wî serbest berdan.

Leave a Reply

Back to top button