Meclisa Efrînê xwest berpirsyarên komkujiya Til Rifetê werin darizandin

Li ser komkujiya Til Rifetê ku 8 jê zarok 10 kes şehîd bûbûn 40 roj derbas bûn, lê bêdengiya li dijî komkujiyê dewam dike. Meclisa Kantona Efrînê ya li Şehbayê bang li rêxistinên navdewletî û UNICEF’ê kir ku berpirsên komkujiya Til Rifetê ceza bikin.

Meclisa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê komkujiya Til Rifetê û bêdengiya rêxistinan şermezar kir.

Bi dehan şêniyên Efrînê, meclîs û saziyên sivîl li cihê komkujiyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo daxuyanî xwend û komkujiya Til Rifetê û bêdengiya li hemberî komkujiyê û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rusya tevî xwe weke garantor dibîne, lê ev komkujî li pêşberî çavên wê pêk hatiye.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navdewletî û rêxistina mafê zarokan ya Neteweyên Yekbûyî UNICEF’ê kir ku sûcdarên komkujiyê ceza bikin.

Leave a Reply

Back to top button