Wê Danîmarka leşkerên xwe careke din vegerîne Iraqê

Wezîra Parastinê yê Danîmarkayê Trine Bramsen ragihand ku wê welatê wî hêzên xwe careke din bişîne baregeha Eyn Esed a Iraqê.

Di meha Çile de Danîmarkayê ji ber rewşa ewlehiyê hêzên xwe ji Baregeha Eyn Esed a Iraqê vekişandin Kûwêtê.

Wezîra Parastinê yê Danîmarkayê Trine Bramsen ragihand ku di meha Adarê de wê carek din
hêzên xwe veguhezîne baregeha Eyn Esed a Iraqê.

Li Iraqê 130 leşkerên Danîmarkayê li gel Emerîka û hêzên Koalîsyona navneteweyî hatine bicihkirin.

Piştî ku Îranê êrişî baregeha Eyn Esed kir, leşkerên Danîmarka jî mîna yên Emerîka jê bibandor bûn.

Back to top button
Close
Close