Bi hezaran şêniyên bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî taziya şehîd Rêzan Cawîd bûn

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) tazî hate danîn û bi hezaran ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tev li taziyê bûn.

Şêniyên Mehabad, Şino, Serdeşt, Urmiyeyê, Seqiz û Kirmaşanê serdana mala bavê şehîd Rêzan Cavîd ya li Mehabadê kirin û sersaxî jê re xwestin.

Biryar e ku taziya şehîd Rêzan Cawîd di rojên bê de jî li mala bavê wî berdewam bike ku dikeve Kola Seyid Nîzam a Taxa Şafiîya û hejmara derî 13 ye.

Di bombebarana balafira bi çek a dewleta Tirk a roja 6’ê Tebaxa 2022’yan a li taxa Sinaa ya bajarê Qamişlo de 4 kes şehîd bûn û hinek birîndar bûn Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) şehîd bû ku bi armanca pêşxistina karûxebatên neteweyî hatibû Rojavayê Kurdistanê.

Back to top button