PYD: Hewldanên PDK’ê beşek ji komploya li dijî gelê me ye

Bertek û nerazîbûnên li beramberî hewldanên PDK’ê ya, dagirkirina Şengalê zêde dibe.
PYD jî diyar kir hewldana PDK’ê beşekî komploya li dijî gelê Kurd e.
Li ser heman mijarê Kongreya Star, jî bang li gelê Kurd kir, da ku li ber xiyaneta PDK’ê, rabin.

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê jî daxuyaniyek da û di serî de reşkujiyên ku PDK’ê li dijî gerîla dike û hewldanên wan ya bi hêzên çekdar ketina Şengalê, şermezar kir.

Meclisê îşaret bi hewldanêna PDK`ê kir ku dixwaze beyî ku rêzê ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigire, derbasî Şengalê bibe û got:

“Piştî sedsalan ev cara yekemîn e ku dikare xwe bi xwe birêve bibe, dixwazin vê têk bibin. Ev hewldan beşekî komploya li dijî gelê me ye.'”

PYD’ê eşkere kir ku neqebûlkirina vîna şêniyên Şengalê, rêveberî û hêzên wan ên ewlehiyê tê wateya avakirina zemîna qirkirineke nû.

PYD’ê berxwedana Şengaliyan silav kir û piştgiriya xwe ya bi gelê Şengalê re ragihand.

Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê bang li gel kir ku li dijî komploya nû ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK`ê ya li dijî hebûna gelê Kurd, bisekinin û wan têk bibin.

Kongra Star: Divê gelê Kurd li ber hewldanên PDK’ê yên dijminane rabe

Li ser heman mijarê Kongreya Star jî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star eşkere kir ku PDK bi desteka Tirkiyê dixwaze Şengalê dagir bike.

Kongreya Star bang li şêniyan kir ku li hember helwestên dijminane yên PDK’ê serî hildin û got:

” Divê gelê me yê li çar perçeyên kurdistanê li ber xeta xiyanetê ku PDK’ê dimeşîne, rabin.”

Back to top button