Komîteya Azadiya Ocalan: Dr. Recaî Fayîd wê di dilê alîgirên azadiyê de bijî”

Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê ji ber wefata dostê Kurdan, Dr. Recaî Fayîd, diyar kir ku ewê di dilê alîgirê azadiyêd e bijî.

Duh nivîskar û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û Endamê Komîteya Erebî ya ji bo Azadiya ‎Ocalan Dr. Recaî Fayid koça dawî kir.‎

Komîteya Azadî ya ji Ocalan ji ber wefata Recaî Fayîd peyamek sersaxiyê belav kir.

Komîteyê di peyama xwe de ragihand ku wana bi xemek mezin agahiya koça dawî ya kesayetê navdar ê Misrî û piştevanê doza Kurd û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û Endamê Komîteya Erebî ya ji bo Azadiya ‎Ocalan Dr. Recaî Fayid, bihîstiye.

Komîteya dsetnîşan kir ku Dr. Recaî Fayid wefat kir, lê wê heya dawî di dilê alîgirên azadî û edaletê de bijî.

Back to top button