Ji HDP’ê serdanek nû bo AYM’ê: Bila parastin bimîne piştî hilbijartinê

Li Tirkiyê ji bo hilbijartina pêşwext tam 2 meh man.
Lê hemwextî vê, hewildanên girtina HDP’ê û nezelaliya wê di hilbijartinê de didome.
Rêveberiya HDP’ê dibêje ne pêkane di dema propagandaya hilbijartinê tê kirin de, parastina devkî pêk were.
Ji bo cê yekê careke din serî li AYM’ê da ku doza girtina partiyê piştî hilbijartinê bê dîtin.

Li Tirkiyê piştî 60 roj din wê hilbijartina giştî pêk were.

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema dengdanê ya hilbijêrên li derveyî welat diyar bû.

Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê heta 17’ê Adarê karibin qeyda xwe ya hilbijêriyê bikin.

Di 12’ê Nîsanê de jî wê lîsteya dengdêran a li hundir û derveyî welat eşkere bibe.

Cih û sindoqa dengdanê ya hilbijêran wê diyar bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi her awayî dibe rojeva sereke ya Tirkiyê û Kurdistanê.

HDP tevî doza girtinê ku li dijî wê hatiye vekirin jî wek partiya kilîd a hilbijartinê tê dîtin.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind doza girtinê li HDP’ê vekiriye.

Ev doz li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dewam dike.

HDP’ê serlêdanek nû ji bo AYM’ê kir.

HDP ji bo ku biryara dawî ya dozê bimîne piştî hilbijartinê di 16’ê Çile de serî li AYM’ê dabû.

Piştî ku ev serlêdan hat redkirin vê carê HDP bi daxwaza ku doz piştî erdhejê bê lidarxistin û dîroka parastina wê devkî 3 mehan bê taloqkirin serlêdan kir.

AYM serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo parastina devkî mehek taloq kir û dîroka parastinê 11’ê Nîsanê da.

Bi diyarbûna dema hilbijartinê re, HDP bi daxwaza ku doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê li AYM’ê serlêdanek nû ya duyemîn bike.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan serlêdanê amade kir û di serlêdanê de diyar dike ku di kampanya hilbijartinê de ne pêkane parastina devkî bike û xwest dîroka parastina devkî taloqî piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê bê kirin.

Back to top button