PDK’ê 12 Ciwanên ku hatibûn Rojava li deriyê sêmelka binçavkir

Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo seferberiyê hatibû Rojava piştî ku xwestin vegerin Başûr li deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên ku 9’ê Cotmehê destpêkir, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevayî cîhanê ji bo Rojava seferberî hatibû ragihandin.

Di çarçoveya seferberiyê de ciwanên Başûrê Kurdistanê qefle bi qefle derbasî Rojava bibûn.

12 ciwanên Başûrê Kurdistanê ku hatibû Rojava û piştî ku xwestin vegerin Başûrê Kurdistanê li deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.

Ev zêdetirî hefteyekê ye tu agahî ji ciwanan nayê girtin. Nayê zanîn bê ka asayîşa PDK’ê ciwanan li ku derê digrin.

Leave a Reply

Back to top button