Li Pakistanê di navbera alîgirinên xan û polîs de pevçûn der ket

Li Pakistanê aloziya ji ber serokwezîrê berê Xan zêde dibe.
Alîgirên Xan ji bo pêşîgirtina li binçavkirina wî, bi polîsan re ketin nava pevçûnan.
Li derdora mala Xan rewş veguherî qada şer.

Alîgirên serokwezîrê berê Îmran Xan ku biryara girtina wî li Pakistanê hatiye derxistin, li dora mala wî kom bûn.

Alîgiran xwest bi rêya dorpêça li derdora malê pêşî li girtinê birtinê bigrin.

Xan ê ku par ji wezîfeyê hat dûrxistin, piştî ku dengê pêbaweriyê negirt, ji bo hilbijartinên pêşwext û ji bo careke din bibe serokwezîr xebatên hilbijartinê dikir.

Hemwextî vê, derbarê wî de gelek doz hatin vekirin.

Polîs ji paytext Îslamabadê çû mala Xan a li Lahorê.

Li wir xwestin Xan yê bi sûcê bertîlxwarinê derbarê wî de biryara girtinê heyî bigrin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê, herî kêm 200 alîgirên Xan derketin pêşiya polîsan.

Hat diyarkirin ku hinek ji çalakgeran dar û kevir avêtine, hinekan jî ala partiya Xan daliqandine.

Polîsan ji bo girseyê belav bike ava bîber û ava şid bikar anîn.

Xan li ser Twitterê vîdyoya ku di dema bûyeran de di hundirê mala xwe de kişandiye weşand û got,

“Polîs hatin vir da ku min bixin girtîgehê.

Difikirin ku ger Îmran Xan bikeve girtîgehê wê miletê me wê bikeve xewekî kur.”

Polîs got,

Hewildana me ya yekem a di hefteyên dawiyê de, neseketî bû.

Ji ber ku serokwezîrê berê “neamade bû xwe redest bike.”

Piştî pevçûnên dijwar polîsan careke din nekarî xan bigrin.

Xan bi sûcê di dema serokwezîrtiyê de diyarî ji welatên biyanî û gefxwarina li dadwereke jin tê tewambarkirin.

Ji bo Xanê ku tev li her du danişînan nebû, biryara girtinê ya cuda hat dayîn.

Li Pakîstanê di 10’ê Nîsana 2022’an de di dengdana bêbaweriyê ya ku li parlamentê hat kirin de, hikûmeta Îmran Xan bi 174 dengên “na” têk çû.

Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîf ku 3 dewran li welêt bû serokwezîr, di hilbijartina 11’ê Nîsanê ya li Meclisê dewek serokwezîr hat hilbijartin.

Back to top button