KCK, KJK û KNK bi daxuyaniyên cûda komkujiya Parîsê şermezarkirin û gotin:
“Ev komkujî duyemîn komkujiya 9’ê Cile 2013’an e, . Li pişt vê komkujiyê desthilata AKP-MHP û MIT heye.”
Aliyan bang li Fransayê kir ku zûtirîn dem de komkujiyê û hêzên li piş wî ronî bike.
Konseya Rêveber a KCK’ê li ser qetlîama li Parîsa paytexta Fransayê ku tê de 3 Kurd hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê komkujî wek dewama Qetlîama 9’ê Çileyê pênase kir û got:
Ev komkujî, dewama komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê 2013’an e, berpirsêvê jî AKP-MHP û MÎT in.
Em vê êrîşê şermezar dikin.
Ên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, şehîdên nemir ên Kurdistanê ne.
Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan divê bi awayekê xurt bertek nîşanê vê qetlîamê bidin û bibin xwedî li şehîdên nemir û bibîranînên wan.
KCK’ê dazanîn ku ger Komkujiya 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin û bihatiba ronîkirin, îro ev pêk nedihat û wê pêşî li qetlîamên bi vî rengî bihata girtin.
KCK’ê bang li Fransayê kir ger ti leqeya wan bi van êrîşan re nînbe, divê van komkujiyan ronî bike.
KJK: Em ê teqez hesabê vê komkujiyê bipirsin
Koordînasyona KJK’ê jî êriş şermezar kir û dazanîn ku ev komkujî xeleka dawîn a komkujiya dewleta Tirk a faşîst e.
KJK’ê teqezkri ku wê hesabê vê komkujiyê ji desthilata AKP-MHP’ê bipirsin û got:
“Divê dewletên YE û dewleta Fransa nehêlin axa wan bibe axên ku Tirkên faşîst xwîna Kurdan tê de dirijîne û jinên azad dike hedef, ji wan hesab bipirsin.
Êdî dema rawestandina van êrîşên qirker ên faşîzmê ye! ”
Di dawiyê de Koordînasyona KJK’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku li dijî faşîzmê biherikin parîsê û heta ronîkirina komkujiê li qadan bin.
KNK: Divê Fransa demildest hêz li piş êrişêye eşkere bike
Konseya Rêvebir a KNK’ê jî têkildarî êrişê daxuyaniyek da û got:
“Dewleta Tirk, gefên xwe bi awayek eşkere li hemberî gelê Kurd pêk tîne.
Êrişa li Parîsê ya li hemberî gelê me bi plan û zihniyeta dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêk hatiye.
Kujer û êrişkar kî dibe, biryara êrişê li Enqereyê, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn.
Di dawiyê de Konseya Rêveber a KNK’ê bang li hikûmeta Fransa kir ku demildest hêza li piş êrişê eşkere bike û ji bo ewlekariya hemwelatiyên Kurd tedbîran bigire.