Bi armanca kêfxweşiya dilê zarokan Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê ji bo zarokên şehîdan şahiyek li dar xist.
Şahî li hola navçeya Ehdes a Şehbayê bi beşdariya zarokên pakrewanan û mêvanên ji tevahî sazî û dezgehên sivîl pêk hat.
Di şahiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û diyar kir ku xwedî derketina li zarokên şehîdan erka wan a sereke ye.
Piştre Koma Şehîd Rohînde ya Tevgera Kevana Zêrîn ji bo zarokan stranên xwe gotin.
Her wiha koma Şehîd Ronahî ya govendê jî derket ser dikê.