Saziya Êzîdiyan li bajarê Hesekê panelek li dar xist

Saziya Êzidiyan li bajarê Hesekê panelek bi slogana “Ez êzidî me, bang dikim hûn min nas bikin” li dar xist.

Panel li Hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar ket.

Zêdetirî 50 kesan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, bi dehan endamên navendan û saziyên civaka sivîl tevli panelê bûn.

Di panelê de gelê êzidî, ola wan, herêmên ku lê dijîn û azara ku kişandine û çawaniya xwenaskirinê hat pênase kirin.

Koordînasyona Nivîsgeha Êzidiyan a Kantona Qamişloyê Lîloz Mihemed axivî û armanca lidarxistina vê panelê diyar kir.

Lîloz anî ziman ku divê agahiyên şaş yên li ser Êzîdiyan werin rastkirin, ji ber ku gelê êzidî beşek ji pêkhateyên herêmê ye.

Lîloz bang li pêkhateyên herêmê kir ku tevli panelên bi vî rengî bibin, da ku beşdarî avakirina çandina biratiyê bibin.

Back to top button