Ji ber şewata li Bestayê bi hezaran dar şewitîn

Li Çiyayê Bestayê ya girêdayî Şirnexê şewata ku 3 meh berê dest pê kiribû, hîn didome û ji ber vê şewatê li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn.

Li Çiyayê Bestayê ya girêdayî Şirnexê şewata ku 3 meh berê li Zozanê Şerevanê, Çemê Mezin, Xare Kuna dest pê kiribû û belavî deverên cuda bûye û hîna didome.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan; şewata ku ji duh ve li herêma Cîniver û Behra Hincê dest pê kiriye didome.

Çavkanî didin diyarkirin şewat di encama topbarana leşkerên tirk ên dagirker de pêk hatiye.

Her wiha artêşa tirk nahêle kes şewatî vemirîne ji ber vê yekê heta niha zêdeyî hezaran dar li herêmê şewitîne.

Back to top button