Gelê Ranyayê bi çalakiyekê piştgirî dan serhildana Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

Li navçeya Ranyayê ji bo piştgiriya serhildana gelên Îranê ya lidijî kuştina Jîna Emînî çalakiyek hat lidarxistin.

Li Baxê Giştî yê Ranyayê ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadî ya herêma Raperîn û RJAK’ê ve çalakiyek ji bo piştgiriya serhildanên gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat organîzekirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, ew wek şêniyên navçeya Ranyayê piştgiriyê didin serhildana tevayî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin;

“Banga me ji bo hemû jinan ewe ku bi yekdeng, reng û armanc dikarin xwe birêxistin bikin û vê sîstema gendel ji kokê de hilweşînin.

Ev sîstem daxwazên jinan metirsî dibînin, ji bona wê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dikarîn siberojek bi rûmet mîsoger bikîn.”

Back to top button