PYD,TEV-DEM û Tevgera Çanda Jinên Kevana Zerîn bi daxwiyaniyên cûda êriş şermezarkirin û gotin:
“Divê hikumeta Fransayê lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyane eşkere bike.
Li dijî komkujiya ku li Parîsê pêk hat gelek daxwiyanî û peyam derdike..
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek nivîskî da ..
Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :
“Ev komkujî, nirxên demokratîk û mirovî yên Fransayê dixe ceribandinê.
Ev komkujî cihê şermê ye ..
Divê desthilata Fransî lêpirsînekê çêke û aliyên li paş komkujiyê eşkere bike. ”
Meclisê di dawiya daxuyaniyê de got:
“Dewleta Tirk kurdan li her derê dike hedef û hewl dide ku destkeftiyên wan têk bibe..
Ew nikare armancên xwe yên dijminane û dagirkirinê pêk bîne.”
TEV-DEM’ê: Hikûmeta Fransa berpirsa komkujiya Parîsê ye
TEV-DEM’ê jî bi heman ermancê daxuyaniyek da.
TEV-DEM’ê got :
Ev komkujî, berdewama komkujiya Parîsê ya sala 2013 an e..
Hikumeta Fransa berpirsa vê komkujiuyê ye ji ber ku kujerên komkujiya sala 2013`an eşkere nekirin.
TEV-DEM’ê bang li gel kir ku li her derê seferber bin..
Kevana Zerîn: Divê gel berxwedanê bidomîne
Kevana Zerîn jî bi heman armancê got :
“Ji bo tinekirina rastiya berxwedêr a Kurd û jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê her cure planên qirêj xistine meriyetê.
Divê hikûmeta Fransayê vê baş bizanibe ..
Zû yan dereng wê sûcdar were darizandin.
Divê gel berxwedanê bidomîne “