Çavdêriya Sûrî: artêşa Tirkiyê sivîlk li Bakurê Idlibê kuşt

Cendirmeyên artêşa dewleta Tirk li ser sînorê navbera Idlib û Tirkiyê de sivîlek kuşt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku cendirmeyên artêşa dewleta Tirk li Bakurê Idlibê li bajarokê Derkûş sivîlekî ku hewl dida derbasî Tirkiyê bibe gulebaran kir.

Di encamê de sivîl hate kuştin.

Di van demên dawî de hedfgirtina cendirmeyên artêşa dewleta Tirk a sivîlên li ser sînor zêde bûye.

Çavdêriyê tekez kir ku hijmara sivîlên Sûrî ku li ser destê artêşa Tirkiyê hatine kuştin ji despêka aloziya Sûrî heya niha di nav de 78 zarok, gihaştiye 447 sivîlî.

Beriya çend rojan jî Rêxistinên hiqûqî yên navdewletî, di nav de Human Rights Watch sûcên şer ên dewleta Tirk li Sûriyê belge kirin.

Tê de, kuştina sivîlên li ser sînorê Tirkiyê jî hat teqezkirin û rêxistinan diyar kir ku ji 2011an heta niha hezar û 400 Sûrî li ser destê dewleta Tirk hatine kuştin.

Back to top button