Şêniyên Minbicê cenazeyên du şehîdên bi navên Mihemed El-Mûs û Mehmûd Xelîfe yên ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan bi merasîmeke girseyî oxir kirin.
Karwana şehîdan ji pêş Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a li başûrê Minbicê bi beşdariya bi dehan şênî kete rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hevserokatiya Komîteya Hundirîn a Minbicê û Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Minbicê hate kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiya merasîmê de, di nava tilîliyên dayikan û diruşmên şehîd namirin de şehîd spartin axê.