QSD’ê girtina 10 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê ragihand

Di çarçoveya opersyona pêkanîna aramî û ewlhiyê li gundewarên rojavayê Dêra Zorê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk hatiye,10 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Têkildarî operasiyonê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê dawî ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji bo bersivdana banga şêniyan û rûspiyên herêmê ya ji ber zêdebûna çalakiyên şaneyên terorîst, me dest bi hemleyekê li gundên Cinînê, Hîsan û mezreyên derdora wan kir.

Di hemleyê de, hêzên beşdar bûne(Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Yekîneyên Antî Terorê)  10 çeteyên ku li herêmên tê de sivîl hene xwe veşartibûn, girtin. Her wiha me çekên wan jî desteser kirin û wiha ne;

7 qilêş

7 rextên qilêşê

32 cercorên qilêşê û 6 qutiyên cebilxaneyan

8 dabance tevî alava bêdengiyê.

18 qutiyên cebilxaneya dabanceyan

12 tifingên otomatîk

2 xencer û şûrekî

Em QSD’ê piştrast dikin ku dê van şaneyên terorîst ji kokê de rakin û herêmê ji gef û êrişên wan ên sûcdarî rizgar bikin. Her wiha bang li tevahî şêniyan dikin ku bi aliyên pêywendîdar re alîkar bin, da ku parastina ewlehî û aramiya herêmê bikin û aliyên xizmetguzarî, civakî û aborî geş bikin.”

Back to top button