“Sûriye ber bi ku ve diçe?”

Bi dirûşmeya “Sûriye ber bi ku ve diçe?” li Helebê ji aliyê Malbenda Çandê ve komxebatek tê li darxistin. Komxebatê îro destpê kir û wê sibê jî dewam bike. Di komxebatê de gelek nîqaş li ser têgeha Nasnameya netewîbûnê û Nenavendîbûnê hate kirin û gelek pêşnîyar jî hatin kirin.

Şêwir di bin dirûşmeya “Sûriye ber bi ku ve diçe?” li Helebê ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf, dest pê kir.

35 rewşenbîr, dîplomat, nûnerên hêzên neteweyî, MSD, PYD, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê û gelek partî û kesayetên din ji Sûriyê beşdarî diyalogê bûne.

Komîteya Amadekar a diyaloga Şêwirê diyar kir dê şêwir du rojan dewam bike û du mijarên sereke ‘Nasnameya netewîbûn û ‘Nenavendîbûn’ nîqaş bikin.

Komîteyê da zanîn ku armanca ji vê şêwirê ew e têkildarî girîngiya nasnameya Sûrî dan û standin çêbe, ji ber ku wê bibe rêbaza yekemîn a bersivdayîna êrişan û gava destpêkirina diyalogên giştî ku pê aloziya Sûriyê were çareserkirin.

Her wiha dê têgeha “nenavendîbûn” di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were nîqaşkirin.

Serokê Netewî ya Demokratîk Basil Kiwêfî li Sûriyê jî axivî û diyar kir ku ew ji bo tevahiya Sûriyê kar dikin û got:

“Ev perçebûna ku em li Sûriyê dibînin û êrişên ku çêdibin me gelekî diêşîne, ji lewra me ev diyalog li darxist da ku em bi encamnameyeke baş biqedînin û karibin pê li dijî van êrişan bisekinin.”

Çalakvanê siyasî Fêsal Milhim yê ji Tertosê jî derbarê mijarê de axivî û got: “Nenavendî bûn ew xala bingehîn û tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Mînaka herî ber biçav jî projeya Rêvberiya Xweser e, em jî li vir kom bûne da em bi hev re rêbazeke baş peyda bikin ku em pê aloziyên heyî çareser bikin.”

Back to top button