32 partî û hêzên siyasî desteka xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûriyê re anî ziman.
Partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser re nîşan da û got:
“Em wek hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêk û dozên bigirêk li Sûriyê em bi diyalogê bawer in.
Her wiha em banga biratî, jiyana hevbeş û çareyên siyasî yên demokratîk dikin.
Partî û saziyan di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:
“Me rojekê jî hewl neda xwe ji Sûriyê qut bikin.
Lê dijminên demokrasiyê û hin alî propogandaya vê yekê dikin.
Projeya me ji destpêkê ve eşkere ye; Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî.
Di dawiya ev hate gotin: “Em partî û hêzên siyasî, destek û piştgiriyê didin vê beyannameyê.
Em xwestek û cidiyeta xwe ya ji bo çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re nû dikin.