Koçberên Serêkaniyê banga vegerê li warên xwe kir

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî li dijî dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve, xwepêşandan li dar xist û banga vegera li warên xwe kirin.

Bi rasthatina salvegera 4’an a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi hezaran koçberên Serêkaniyê li kampa Weşûkanî xwepêşandan li dar xist.

Çalakvan li bin konê şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk rawestiyan, li wir, endama Rêveberiya Kampa Weşûkanî Sûriye Mihemed axivî û got:

“Ji 4 salan ve, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, war û malên ma dagir kirine.

Dewletên cîhanê tev şirîkên sûcên dewleta Tirk a dagirker ne.

Sûriye destnîşan kir ku tenê bi derketina dagirkeriyê, veger pêkan e.

Bang li civata navneteweyî hat kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestîn e.

Back to top button